Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka dibêje wext kêm dibe bo rêkeftina parastinê li Iraqê



Welatên Yekgirtîyên Amerîka dibêje wext bi lez dibuhure jibo rêkeftina parastinê ku dê paşeroja mana serbazên Amerîka li Iraqê dîyar bike.

Peyivdarê Wezareta Derve Robert Wood roja pêncşembîyê bernivîsa rêkeftina parastinê wek "baş" binav kir.

Serokê Iraqê Celal Talabanî jî herwisa got feyda rêkeftina parastinê hem jibo Amerîka hem jî jibo Iraqê heye.

Belê serokê Hikumeta Kurdistana Iraqê got ew nebawer e ku dê kabîneya Iraqê rêkeftina parastinê pesend bike.

Di hevpeyvînekê de digel rojnama The Washington Post rêzdar Mesud Barzanî got piranîya şaxên sîyasî li Iraqê dixwazin ku ev rêkeftine derbaz bibe belê sîyasetvanên Iraqî di wê bawerîyê de ne ku ew jiber tirsa ku ew dê gelek nêzî Welatên Yekgirtî xuya bikin nikarin fikra xwe ya rast bînin zimên.

Li dû bernivîsa rêkeftinê serbazên Amerîkî dikarin sê salên din li Iraqê bimînin piştî ku li dawîya salê muhleta Neteweyên Yekgirtî bi dawî bê. Karbidestên Amerîkî dibêjin bêy rêkeftinê dê hemu kiryarên Amerîka li Iraqê rawestin.

Ji alîyekî din ve hikumeta Amerîkî roja pencşembîyê encama kontrola hesaban eşkere kir ku 6 milyar dolarên ku divîya li ser jinûve avakirina Iraqê bihata xerc kirin li ser kompanyayên bi taybetî yên parastinê hatine xerc kirin ku jibo parastina karbidest û karmendan nobetdar peyda dikirin.

Ajansek penaberan ya bingeh li Amerîka Refugees International roja pêncşembîyê raportek belav kir ku dibêje hikumeta Iraqê û welatên ku alîkarîyê didin lazime zêdetir kar bikin bo piştevanîya penaberên ku jiber şerrî ji cih û warên xwe bûyî û li Iraqê rewşek çêtir amade bikin berî ku ew vegerînin malê.


XS
SM
MD
LG