Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berî hilbijartina serokatîyê di bizavên hilbijartinê de babeta serekî aborî ye


Berî dawî li bizavên hilbijartinê bê, berbijar zorê didin ser babeta girifta aborîyê û ka ew dê çawa ew girifte çareser bikin.

Berbijarê Demokrat Barack Obama balê kişand ser îstatîstîkên ku nîşan didin çend aborî biçûk bûye. Obma di axaftina xwe da li wilayeta Virginia got aborî jiber rêbazên serok Bush berev paşve çûye û got heke hevrikê wî McCain were ser desthilatê ew dê wan rêbazên sernekeftî yên Bush berdewam bike.

Berbijarê Komarî John McCain jî di axaftina xwe da li wilayeta Ohio got Obama dê bacan bilind bike, malê dewlemendan belav bike û bi vî awayî jî zîyanek zêdetir bide aborîyê. McCain jî soz da ku ji bilî parastin, xizmeta saxlemîyê bo serbazên xanenişîn bûyî û bi giştî yên xanenişînîyê dê xercîyên hikumetê qut bike.

Obama û McCain bizavê dikin ku dengê kesên biryarnedayî wergirin li wilayetên ku bo encama hilbijartinê girîng in.

Berbijar bizavên xwe bi taybetî li wilayetên Florida, Virginia û Missourî bi xurtî dimeşînin.

Di hilbijartina dawî de wan wilayetan dengê xwe dabûn Komarîyan û li vê demê li Virginia û li Ohio Obama li pêş e belê li Florida û Missouri herdu berbijar di rewşa pêşbirkê de ne.

Ji alîyekî dinve li dû vekolînên dawîn Obma hêjta 6 puan li pêş McCain e.

Serokê berê Bill Clinton got berbijarê Partîya Demokrat bo serokatîye Barack Obama "nunerê paşeroja Amerîka ye."


XS
SM
MD
LG