Çar edebîyatvanên ku xelata Nobelê wergirtine dinav wan nivîskaran de ne ku piştevanîya nivîskarê navdarê Çek Milan Kundera dikin li dijî tawanbar kirina wî ji alî heftenameyeke Çekî ku dibêje Kundera jibo komunîzmê sixorîyê dike. Nivîskarên wek Nadime Gordimer û JM Coetzee dibêjin heysîyeta yek ji romannivîsên herî navdarên cîhanê Kundera ketîye bin destûpîyan.
Heftenameya Respekt Kundera tawanbar dikir ku wî sixorê rojavayî Miroslav Dvoracek li sala 1950 dabû destê komunîstan. Hukmê 14 salên kargerîya li çala uranyumê ji Dvoracek re hatibû dan.
Kundera îddîayan red kir û gefe kir ku ew dê dozê li dijî heftenamyê veke. Heftename jî dibêje ew agahîyên ku wê belav kirine ji alî hikumetê ve têne piştrast kirin.
Milan Kundera li sala 1968 ji Çekoslovakya ya berê revîyabû dema ku Rusan ew dagir kir û vêga li Parisê dijî.