Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brooklyn New York dengder bi jimarek mezin dengên xwe didin


Ez Margaret Basheer im li Brooklyn New Yorkê. Ez li derveyê cihekî dengdanê me ku piranîya dengderên vêderê dengê xwe didine Partîya Demokratîk. Cihê dengdanê li demjimêr şeşê serê sibêhê vebû û di demek kurt de xelk ketin dora jibo dengdanê .

Daniel Squadron, berbijarê yekem car ji Partîya Demokratîk jibo Civata Senatoran ya wilayeta New York axaftina xwe ya dawîn dikir jibo dengderên ku di dorê de rawestîyabûn.

Squadrom dibêje "Min doreke wisa dirêj ne li cihe dengê xwe didimê, ne li bajêrê xwe ne jî li seranserê welatî nedîtîye. Bi rastî jibo Amerîkîyan û wek Amerîkîyek, ji mirovî re rojek wisa bêhempa nîne ku dilê mirovî geş dike."

Dengderên vêderê dibêjin xema wan bo babetên wek aborî, şerrê li Iraqê û mafên sivîl heye.

Dengderek gote min "Babetên ku bo min girîngin bi dawî anîna şerrê Iraqê ye û mafên medenî ne."

Dengderek din jî got"Bo min jî babetên girîng eve ne; mafên jinan bo jiber birina zarokan û herwisa mafê mar kirina du kesên ji yek cinsê."

We çaverê tê kirin ku Barack Obama li bajarê New Yorkê serkeftî be.

XS
SM
MD
LG