Dezgehên ragihandinê dibêjin ku nîşanên uranyumê hatine dîtin li cihê ku par Îsraîlê li Surîya bombebaran kiribû bi egera ku sazgeheke navokî ya nepenî lê heye.
Ajansên Associated Press û Reuters ew agahî li dû axaftinên dîplomatên nêzî Ajansa Navnetewî ya Navokî ragihandin. Ev rêxistina girêdayî Neteweyên Yekgirtî vekolînê dikir li ser îddîayên ku digotin Surî bi nepenî sazgehên plutonyum ava dike.
Li du wan agahîyan, numuneyên uranyumê yên ku li deverê hatine dîtin nîşan didin ku dê zêdetir vekolîn li ser bizavên Surîye bêne kirin.
Çi tiştên mayî yên ji wê sazgeha ku li sala 2007 ji alî Îsraîl ve bi egera ku ew sazgeheke navokî bû hatibû bombebaran kirin, ji alî hikumeta Surî ve hatibûn paqij kirin.
Amerîka jî li du ragihandinên nepenî digot ku ew avahîya li El Kibar hatibû bombebaran kirin bi alîkarîya Koreya Bakur wek sazgehek navokî hatibû temam kirin.
Ajansa Navokî di vekolîna xwe ya berê de ragihandibû ku wê tu encam bi destve ne anîbûn.