Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê nû hilbijartî Obama û yê berê Bush digel hev de kom bûn


Serokê nû hilbijartî Barack Obama û malbata wî do bi mêhvandarîya Serok Bushî seredana Seraya Sipî kirin.

Seraya Sipî ragihand ku Obama û Bush li ser babetên ku dê werine pêşîya serokê nû hilbijartî bi şêweyeke dostane û baş peyivîne.

Ji dema hilbijartinê û heta niha ku cara yekê serok Bush û Obama hev dîtin, herdu tenê digel hev de kom bûn. Herduwan gotin ku jibo destveguhastina desthilatê bê pirsgirêk birêve biçe
wê herdu bihevre çi ji dest bê bikin.

Dema ku herdu serokê nû û yê berê digel hev de kom dibûn Laura Bush jî Michelle Obama li Seraya Sipî gerand.

Herçende herduwan balê kişandin ku ew dê digel hev kar bikin bo destveguhastineke bê kêşe, John Podesta yê ku bizava destveguhastina desthilatê jibo Obama birêve dibe got ew dê demûdest bizavê bikin jibo bettal kirina biryarnameya serok Bushî li ser babetên sînordar kirina vekolînên li ser şanekên qirnî yên canê mirovan û biryarnameya bo vekirina cihên gelerî bo lêgerîna niftê.

Sekreterê Giştî yê Seraya Sipî yê ku hê nû ji alî Obama ve hatîye ragihandin nunerê Illinois Rahm Emanuel jî got babeta serekî ya li pêş Obama aborî ye. Emanuelê ku li ser kanalên ABC û CBS axiftî gote dê Obama demûdest bi tekoşina li dijî kêşeyên aborîyê dest bi kar bike.

XS
SM
MD
LG