Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li rojhilata Afganistan 11 kes jiber êrîşeke xwekujî hatine kuştin


Karbidestên Amerîkî yên li rojhilata Afganistanê dibêjin êrîşbirek xwekuj karwaneke Leşkerê Amerîka ji xwe re kir armanc belê 11 kes ji xelkê kuştin û 58 kes jî birîndar kirin. Barry Newhouse ji Kabul radigihîne.

Polîsên xwecihî yên parêzgeha Bati Kot dibêjin teqîn li demjimêr heyştê berdestê sibehê qewimîye dema ku êrîşbir otomobîleke biçuk ajotîye ser karwana hêza hevalbendîyê.

Peyivdarê Wezîrê Navxweyî Zemarî Beşerî dibêje li wê demê bazara firotina heywanan tijî xelkê bû.

Dibêje "Ew berî ku bigihîje karwanê xwe teqandîye û jiber ku bazar li wir bû û zarok li wir diçûne dibistanê mixabin dinav birîndaran de zarok jî hene."

Leşker dibêje dinav kuştîyan de serbazek jî heye.

Teqîn 25 kîlometre dûrî Celalabad qewimî ku parêzgeheke mezin a deverê ye li rojhilata Afganistanê û alîkarî ji bingehên Amerîka li wir digihîje Hêza Hevalbendîyê. Li gorî ragihandina ajansa peyamên Associated Press jimara kuştîyên serbazên Amerîka îsal 148 e ku ji dema 2001, dagirkirina vî welatî û heta niha ev bilindtirîn jimara salane ya kuştîyên Amerîkanîyan e.


XS
SM
MD
LG