Serokê Rêxistina Agahîya Navendîya Amerîka CIA, Michael Hayden dibêje ku rêberê El Qaide Usame Bin Laden êdî nema kare kiryaran birêve bibe lê piranîya wextê xwe li ser parastina xwe derbaz dike.
Hayden dema li Washington axift herwisa got armanca sereke ya CIA girtina Bin Laden e. Hayden got Bin Laden li cihekî li ser sînorê Afganistan û Pakistanê xwe vedişêre.
Hayden got El Qaide mezintirîn metirsî ye li dij Amerîka û her êrîşa ku li dijî Amerîka bê kirin dê berpirsyarîya wê êrîşê di stuwê El Qaide de be. Hayden herwisa balê kişand ser vê yekê ku bandora El Qaide li Afrîka û Rojhilata Navîn belav dibe.