Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Qaîde Barack Obama wek "xulamê reş" binav kir



Seraya Sipî peyama El Qaîde ya ku serokê nû hilbijartî Barack Obama biçûk dike, şermezar kir. El Qaîde gotinên ku ji alî nijad û resen ve xelk pê têne kêm û biçûk kirin bikar anî jibo Obama û got rêbazên wî li dijî Îslamê ne.

Vê rêxistîya terorê li ser malpereke înternetê bo cara yekê behsê hilbijartina Obama bo serokatîya Amerîka kir. Berpirsê duwê yê El Qaîde Eyman El Zewahirî jibo Obama gotina "Ebdul beyt" anku bi kurdî "Xulamê reş" bikar anî.

Zewahirî herwisa gotinên biçûk kirinê jibo kesayetîyên reş yên wek Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice û yê berê Colin Powell jî bikar anîn.

Peyivdarê Wezareta Derve Sean McCormack gotinên Zewahirî şermezar kirin. Tîma Barack Obama hêjta tu tişt li ser wan gotinan ne gotine.

Zewahirî herwisa bavê Obama yê Musliman gunehbar kir bi egera şikra ku wî rêgeya eslê xwe şaş kirîye.

XS
SM
MD
LG