Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên nû dê li cîhanê hukm bikin


Li gorî raporta ku ji alî şarezayên ragihandina Amerîka ve hatîye belav kirin, heta sala 2025a, Çîn û Hindistan jî dê digel Amerîka bibin hêzên mezin dinav desthilata cîhanê de.

Di raporta bi navê "Hizrên Cîhanî li sala 2025" ya Konseya Niştimanî ya Ragihandinê de tê ragihandin ku we tê bawer kirin dê hêza desthilatdarîya Amerîka kêm bibe û hin pareyên din dê bigihîjin Dolarê, ya ku nirxê wê kêm bûye.

Raport radigihîne ku dewlemendîya cîhanî ji rojavayê berev bi rojhilatê ve diçe û jiber zêdebûna serjimara xelkê dê di warê aborîyê de ji alî hêzûtenh, xwarin, av û pêdivîyên dinên girîng jibo jîyanê kêşe çêbin.

Herwisa tê ragihandin ku jiber guhorîna hewa û seqayê dê bandorên xirab li ser jêderên xwezayî hebin.

Raport dibêje nayê texmîn kirin ku dê Rusya û Çîn ji alî demokrasîyê ve bipêşkevin an na û ka dê bizavên Îranê yên bo bernama navokî çî tesîr li cîranên wê hebin.


XS
SM
MD
LG