Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistana Iraqê dibêje wê ji Bulgaristane tu çek nekirîne


Cebbar Yawer, peyivdarê Serokê Hêza Pêşmerge ragihand ku ew nûçeyên dibêjin Herêma Kurdistanê ji Bulgaristanê çek û cebilxaneyên ku sê firoke pê barkirîbûn kirîye rast nînin. Yawer ew nûçeya rojnama Washington Post wek derew binav kir.

Rêzdar Yawer bi taybetî got tu firoke bêy destûra Leşkerê Amerîka û Hêza Hevalbendîye nikarin xetta firrînê ya Iraqê bikar bînin an jî li bakura Iraqê xwe deynin erdê. Cebbar Yawer got "Jibo ku firokeyeke Bulgaristanê karibe were Herêma Kurdistanê divê ku dinav xettên firrînê yên gelek welatan de derbaz bibe û destûrê ji wan wergire. Ma ev welat dê nepirsin ka gelo sê firokeyên tijî çek bi kurve diçin?" Wî herwisa got çekên Bulgaristanê kevnin û pêdivîya Hêza Pêşmerge bi çêkên bi vî awayî nînin. Rêzdar Yawer got di destê wan de têra xwe çek û cebilxane hene.

Li ser pirsa ku gelo wan bi çi welatî an jî kompanyayekê re peymana kirrîna çekan mor kirîye an na, wî got "Herêma Kurdistanê heta niha bi tu welatî re an jî bi tu şirketê re tu peymanan mor nekirîye." Rêzdar Yawerê behsa butça Hêza Pêşmerge kir û got "Ji bo para Hêza Pêşmerge bê dîyar kirin hikumeta Herêmê ev du salin ku digel hikumeta Bexda danustandinan dike. Dema ku para Hêza Pêşmerge dîyar bû, wê demê bi agahdar kirina Leşkerê Iraqê û destûra wê jibo Hêza Pêşmerge jî dê çek karibin bêne kirrîn.




XS
SM
MD
LG