Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê navxwe yê Hindistanê dest li karî vekêşa


Piştî hêrişêt tîroristiyêt Mumbai wezîrê navxwe yê Hindistanê dest li karî vekêşa.

Shivraj Patil roja yekşembî dest li kar vekêşana xwe ragehand, li demê kanondanerên opozisyon û medyaya Hindistanî rexnên tund arastê hikûmeta Hindistanê diken ji ber ku nekariye bersingê hêrişên Mumbai bigre.

Herweha şîretvanê Parastina Niştîmanî M.K. Narayanan pêşniyara dest li kar vekêşanê kirye.

Nizîkî 175 kes li hêrişên tîroristî bo ser deh armancan li bajêrê Mumbai hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bun.

Komandoyên Hindistanê neh hêrişber kuştin û çekdarekê Pakistanî desteser kir.

Serokê Amerîkî George Bush serexweşî li gele Hindistanê kir û piştevaniya tevava xwe ji bo hikûmeta Hindistanê ragehand.

XS
SM
MD
LG