Digel zêde bûna bikarînana Internetê li seranserî cîhanê, Welatên Yekgirtî rolekê çalak dibîne ji bo belav kirina azadiya pêzanîna bi rêka Internetê hevdem digel parastina Internetê.
Li kombûna Yeketiya Telekomnîkasoyna Nêvneteweyî balyoz David Gross, rêkxerê Amerîkî yê rêbaza peywendî û parastinê, got “Welatên Yekgirtî di xema gefên bi rêka Internetê de ye, lewma em rolekê çalak dibînin ji bo bersing girtina hemî cûrên gefên bi rêka Internetê.”
Balyoz Gross dibêjit “herweha berpirsiyariya hikûmetan zor giringe da piştrast biken ku Internet rêkeke ji bo wergirtin û pêk guhertina pêzanînê bêy çi astengan. Ji ber wê, em zor giringiyê bi wan rêbaz û karan dideyn ku azadiya gotin û azadiya belavebûnê pêzanîna bi Internetê pişt rast diken.”
Berî heşt salan, kêmtir ji 400 milyon kes li seranserê cîhanê Internet bikar danî; nizîkî nîva wan li welatên pêşkeftî bun. Evro, jimara bikarhênerên Internetê yek milyar û 500 milyon kesên û Internet ya buye jêdereka giring. Manaya vê jî ewe nuha xelk pitir dikarin vê teknelojiya pêşkeftî bi kar bînin ku rêke didete veguhastina çalaka pêzanînan li seranserê cîhanê. Ev pêzanîne li biwarên bazirganiya nêvneteweyî, xandin, kitêbxane, pêzanînên saxlemî û zor biwarên dî dêne bikarînan, ku zor kêşan çareser diken bi taybetî li welatên ku birev pêş diçin.
Balyoz Gorss dibêje “ewêt sala 2000, yek milyar kesên dî dikarin Internetê bikar bînin da ku fêr bibin û azadtir bi axivin, eger hikûmetên wan rêkê bidene wan. Pêtiviye em berdewam bin li bizavên xwe da pişt rast biken ku Internet navendeke ji bo belav bûna azada pêzanînan. Amerîka dê berdewam be li vedîtina rêkên nu û çalak ji bo alîkarî kirina hemî gelên cîhanê da ku bikarbin Internetê bikar bînin û mifayê ji pezanîn û delîvên Internetê wergirin.“
Ji bo parastina zarokan ji gefên xirap bikarînana Internetê, Yeketiya Telekomnîkasoyna Nêvneteweyî ya ser bi Netewên Yekgirtî destpêşxeriya bi navê ‘Child Online Protection’ dest pêkir, ku bi armanc ji bo parastina wan zarokaye ku Internetê bikar dînin.
Sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Kî-Moon daxaz ji hemî welatên endam kir piştevaniya vê destpêşxeriyê biken. Birêz Ban Kî-Moon got pêtiviye bizaveka çalaka cîhanî bête kirin da ku pişt rast biken cîhana Internetê cîhaneka selamet û bê metirsî ye ji bo zarokan da bi Internetê, kar biken, fêr bibin, û yariya biken.