Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Behîdar bo qurbanîyêt peqîna xwekoj li Kerkuk nivêj u dua diken


Evro bahîdaran nivêj u dua kirin bo qurbanîyêt hêrişa xwekoj ya roja Pêncşembî li Kerkukê li bakora Iraqê ko bi kêmîve 55 kes hatine koştin u pitir ji 100 kesêt dî birîndar bone. Ev hêrişe hate kirin demê karbidestêt Kurda u aşîretêt Eraba xarin li wê xaringehê dixar piştî kombonekê ko armanca wê bo pêkhatinê bo liser jêknegirtinêt navbera wan sebaret wê devera dewlemend bi pitrolê. Karbidestêt Kurda u rêberêt Eraba dinav koştî u birîndara da bon. Herwisa gelek qelabalix liwê xaringehê hebo jiber cejna Qurbana.

Serokê Iraqê Celal Talebanî bo seredaneka ko berî noke biryar hatbo dan biket bo demê peqînê li Kerkukê bo.

Çeverê tête kirin serokê Iraqê li 20 heyva 12 carekadî digel serokê Turkîya Ebdulla Gul seredan Kerkuk biket.

XS
SM
MD
LG