Kongresa Amerîkî û Seraya Sipî hêjta li rêkên çareserkirina kêşeya linav sazkarîya çêkirina tirimbêlan digere.
Serok Bush duhî di daxuyanîkê de got ev pêvajo bo demek dirêj berdewam nabe jiber ku rewşa sazkarîya çêkirina tirimbêlan vêga gelek hessas e.
Li dû raporteke nû ya Banqa Navendîya Amerîkî li meha 11 anku Çirîya Duwê hêdîtir berhem kirina otomobîlan bûye egera dakeftineke biçûk linav berhemkirina di sazkarîyê de.
Serokê Welatên Yekgirtîyên Amerîka George Bush daxwaza rêberên ji partîya Demokratîk li Kongresê red kiribû ku pareyê jibo kêşeya aborîyê bide bo alîkarîya sazkarên tirimbêlan.
Piştî demek kin serokî biryara xwe guhorandibû lê belê pêşnîyara alîkarîyek bi 14 milyar dolaran bo çêkerên tirimbêlan şeva pêncşembîya heftîya buhurî li Senatê bi sernekeft jiber ku Komarî û Demokrat li ser hûrkarîyên qanunê li hev nekirin.