Jurîyek Federalî anku desteyeke hevwelatîyên bijartî yên Amerîkî bo wezîfa biryar danê linav dadgeh kirinê li Amerîka, pênc zilam gunehbar kirin bi nexşe danana kuştina serbazên li bingeheke leşkerî li wilayeta bakura rojhilat ya New Jersey.
Belê kesên jurîyê yên desteya hevwelatîyên Amerîkî roja duşembîyê di dadgeh kirinê de paş şeş rojên bo biryara jurîyê, li ser tawana desthebûna di bizava kuştinê de jibo yek kesekî ji nav kesên hatibûn gunehbar kirin hukme ne sucdarîyê dan. Ji bo her yek gunehbaran hukmê zindanî kirina bi dema jîyanê dihate xwestin.
Dadpirs herwisa digotin ku gunehbar ji alîyê El Qaîde ve dihatin bikar anîn û bi armanca parastina Îslamê ev bizav kirine.
Karbidestan ew zilam, yên ku Misilmanin û li derveyê Amerîka ji dayik bûne, li meha Gulanê ya sala 2007an girtibûn piştî vekolîneke zêdeyî çar mehan.