Serok wezîrê Turkiye û Iraqê rêkeftin ko berdewam bin liser hevkariyê li şerê dijî serhildayêt Kurd bingeh li bakora Iraqê.
Serok wazîrê Turk, Recep Tayyip Erdogan û hevberê wî yê Iraqê, Nûrî El Malikî roja çarşembî li Ankara liser şerê dijî serhildayêt Partîya Karkerêt Kurdistanê,PKKê danûstandin kirin.
Rêzdar Erdogan dibêjit tîrorism xemeka hevpişk ya Turkiye û Iraqê ye.
Rêzdar Malikî piştevanya xwe diyar kir bo komîta Turkiye, Iraq û Amerîka meha borî danay bo bersîng girtina PKKê. Wî herwisa bahsê destûdarê serokê Turkiye Abdulla Gul kir.
Firokêt şerî yêt Turkî bingehêt serhelda yêt bergoman dane ber bomban li bakora Iraqê weko bersivekê beramberî hêrişa PKKê liser serbazêt Turkiye. Amerîka û Iraqê hişdarî dayne ku ev kêşeye renge tenahiya bakora Iraqê têk bide.