Firokên Israelî bo roja duyê ser yek hêriş kire ser armancên giropa çekdariya Hemas li Xeze. Di operasyona leşkerê Israelî li Xeze bi kêmî ve 280 Felestînî hatin kuştin.
Karbidestên saxlemiyên Felestînî dibêjin firokeka Israelî roja yekşembî hêriş kire ser avahiya parastina serekî ya Hemasê li bajêrê Xeze û çar kes hatin kuştin.
Her roja yekşembî Israelê hêriş kire ser mizgeftekê û du kes hatin kuştin. Israel dibêje ew mizgeft bingehekê tîroristî ye.
Herweha Israelê serbazên xwe birin ser tuxîvê Xeze.
Çekdarên Xeze roja yekşembî bi moşeka hêriş kire ser başora Israelê, lê çi ziyanên giyanî nebûn.