Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayetullah Alî Xamaney huşdarî da serokwezîrê Iraqê li ser rêkeftina parastinê


Rêberê bilindê Îranê Ayetullah Alî Xamaney huşdarî da serokwezîrê Iraqê Nuri El Malikî li ser rêkeftina parastinê ewa rêkê didete hêzên Amerîkî hetanî sala 2011 li Iraqê bimînin.

Ragihandina fermîya Îranê dibêjit Ayetullah Alî Xamaney duhî yekşembîyê li Tehran gote Malikî Amerka çi hevalbendî heta ligel hevalêt xwo yêt nêzîk li herêmê nînin û bawerî bi sozêt wan neyête kirin.

Xamaney boçûna Îranê dubare kir ku mana hêzên Amerîkî û Brîtanî li Iraqê jêderê serekî ye bo terorîzmê û hevrikîyên navxweyî yên welatî.

Rêberê Iraqê bi seredaneka du rojî çûbû Tehran ku roja şembîyê dest pêkir bi merema danustandina li ser têkelîyên siyasî û aborî li navbera herdu welatên hevsînor.


XS
SM
MD
LG