Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl dîsa dest bi hêrîşên asmanî dike bo ser Kerta Xezze


Hêrîşên asmanîyên li Kerta Xezze îro pêncşembîyê carek din hatin destpêkirin di demekê de bizavên dîplomatîk li Neteweyên Yekgirtî bi merema dawî anîna wî şerrî bilez dikevin.

Balafirêt şerkerêt Îsraîl hêrîşêt nû bo ser tûnelêt bergûmanêt dize kirina çekan li bajarê Refah li nêzîkî tixubê Misrê birêve birin, herwisa hatîye raport kirin ku êrîşên asmanî li dijberî bakura Kerta Xezze jî birêve çûn.

Her di vê demê de bizavên dîplomatîk jibo bi dawî anîna wî şerrî îro pêncşembî li Neteweyên Yekgirtî berdewamin.

Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice got wê tevî wezîrên derve yên Brîtanya û Fransa roja çarşembîyê ligel dîplomatên Komkara Erebî da hevdîtin pêkanîne bo behs kirina li ser biryarek agirbesê û dawî anîna şerrê ku li Kerta Xezze berdewam e.


XS
SM
MD
LG