Dezgehê Dada Îranê didete zanîn ew çaverê diket bi zûhî hukmek li dor doza çar Îranîyan bête dan ku tometbarin bi desthebûn linav planekê da bi alîkarîya Amerîka bi merema hilweşandina hikumeta Îslamîya Îranê.
Roja sêşembîyê peyivdarek Dezgehê Dada Îranî Elîriza Cemşîdî got
desthilatdarên wî welatî ew çar berguman li Tehranê girtin. Rohn nîne
ka dadgeha wan kengî dest pêbûye lê belê wî peyivdarî got karbidest
çaverê dikin ku dinav rojên bihêt da hikum bête dan.
Wî got dozgeran ew berguman tometbar kirîne bi bizav kirinê bo wergirtina kesên din û hîn kirina wan li derveyî welatî. Wî çi zanyarîyên zêdetir li ser wê çendê nedan.
Îranê berî niha ajansek bi piştgirîya Amerîka tometbar kirîne ku bizavê dikin hikumeta wî welatî li jêr hilweşînin.