Rêûresmên swînd xarina serok Barak Obama bibîne
Serokê helbijartiyê Amerîkî Barack Obama roja sêşembî weke yekem serokê Amerîkî-Efrîqî sonda destbikarbûnê dixût.
Bi kêmî ve yek milyon kes li seranserê welat û cîhanê hatîne Washington jibo dîtina rêûresma destbikarbûna birêz Obama.
Birêz Obama û malbata wî sipêdeya sêşembî çûne dêra St. John da ku nivêjê biken.
Piştî hingî birêz Obama, hevjîna wî Michelle, cêbirê serokê helbijartî Joe Biden û hevjîna wî Jill çûne Seraya Sipî da qehwê digel serok George Bush vexon.
Demjimêr 12 nîvro bi demê Washington rêûresma fermiya sond xarinê li avahiya kongirêsa Amerîkî dest pê diket.