Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama fermanê di det ko heta saleka dî girtîxana Guantanamo bête daêxistin


Serokê Amerîkî Barack Obama ferman daye ko heta salekê girtîxana leşkirê Amerîkî li Guantanamo Bay li Koba bête daêxistin. Rêzdar Obama evro ew ferman murkir di roja duwêda ya serokatîya xwe. Ew girtîxane li serdemê serokê berê George Bushî hatibo vekrin bo bergomanêt tirorîstêt bîyanî.

Herwesa rêzdar Obama hindek biryarêt dî jî murkirin bo pêdaçonê li ser dadkirina bergumanêt tirorîst ji alîyê laşkirî ve u berbend kirina rêkêt tund di wextê vekolînêda di gel bergomanêt tirorîstan.

Çend demjimêreka piştî rêzdar Obama serokatî roja sêşembî wergirtî ew u wezîrê berevanîyê Robert Gates ferman da ko heta 120 rojêt dî dadkirin li Guantanamo bi dûmahî bên.

XS
SM
MD
LG