Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seraya Sipî sengî dike ser aborîya welatî


Barack Obama îro duşembîyê yekem heftiya xwe ya temam weku serokê Amerîka destpêdiket bi sengî kirina ser aborîya welatî di demekê de ku çaverê tête kirin ku dengdana piştrast kirinê bo berbijarê wî yê bo posta Wezareta Xezînê birêve biçit.

Rêberê Demokratên piranî dinav Senatê de Harry Reid daye zanîn ku ew dixwazît îro duşembîyê derengwext dengdan li ser berbijarîya Timothy Geithner bête kirin.

Geithner ku helkeftibû ber rexnê liber ku diravê xwe yê bacê yê çend salan berî niha nedaye lê tête çaverê kirin, ew piştevanîya Senatê bi dest bînit.

Serok Obama tête çaverê kirin ku vê heftîyê kar biket bo razî kirina qanundarêjan ku plana wî ya dinedana aborî ya ku 825 milyar dolaran digrîte xwe pesend bikin.

Roja sêşembîyê û çarşembîyê jî hatîye dîyar kirin ku endamêt Banqa Federalî ya welatî kom bin da ku behsê li ser rêjeya qazancê bikin.

Tête çaverê kirin vê heftîyê raportek belav bibît ku têde îşaret bi geşekirina berhemanîna navxweyîya welatî bête kirin jibo sê mehêt dawîyê li sala 2008ê ku bi qasî 5% dabezîye.


XS
SM
MD
LG