Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Hamasê dibêjin wan pêşnîyaza agirbesta yek salî tevî Îsraîl girêdayîne


Karbidestên grupa milîtana Hamasa Filistînî dibêjin wan pêşnîyaza agirbesta yek salî tevî Îsraîl girêdayîne bi vekirina bazgehêt ser tixubî bo nav Kerta Xezze de.

Nunerên Hamasê roja yekşembîyê li Qahîre tevî dîplomatêt Misrê civîyan yên ku bizavê dikin agirbestek dirêj muddeh dinav Filistînîyan û Îsraîlîyan de bête bicîh kirin.

Danustankarê Hamasê Eymen Taha got tîma wî ew tişt red kirîye ya wî got pêşnîyaza Îsraîlê bû jibo agirbesek bo 18 mehan li hember vekirina pişkek ji bazgehêt ser tixubî.

Îsraîl li dor hûrdekarîyên danûstandinên xwe ligel navberîvanêt Misrî çi zanyarî nedayîne.

Hamasê ofîsêt demgîyên xwe yen hikumetê li Kerta Xezze vekirîne, cihê ku Îsraîl dinav şerrek sê heftîyan da piranîya wan demûdezgehêt wê grupê li wê derê bombebaran kiribû.


XS
SM
MD
LG