Wezîrêt derve yêt Yêketiya Ewropî komeleka hevrig ya Iranê ji lista tirororîsta derdixin.Biryara diplomata evro li Bruksilê, roja sêşembî dê hête cêbcê kirin u dest liser hemî heyî u neyî yêt rêkixstiya Mocahidînê Xelq dê hête rakirin.
Ev gohorîne hate kirin piştî çend biryarêt dadgehê ko digot, Yêketya Oropî neşyaye piştrast biket ko ew komela Iranî li derve komeleka tirorîste.
Wezareta derve ya Amerîka dibêjit, hêşta diyar nîne ko Washington dê rêbaza xwe gohorit ko wê komelê bi komeleka tirorîst di dete nasîn.
Bi sedan Iranî roja yêkşembî xonîşandan kirin li dervey balyozxana Ferensî li Tehranê dijî nexşa Yêketya Oropî bo derêxistina wê komelê ji lîsta reş.