Pêşvenêrê taybet yê Amerîka bo Rojhilata Navîn George Mitchell dibêje rêka bi tenê bo rawestandina derbaz kirina çekan bi qaçaxî bo nav Devera Xezze ewe ku rêka kelûpelên bazirganîyê bi qanunî derbaz bûyî erda Felestînîyan bibe.
Piştî danûstandina digel serokê Felestînîyan Mehmud Abbas li Kenarê Rojava, rêzdar Mitchell got desthilata Felestînîyan divê pêwendî hebe di kar kirina sebaret mekanîzmayeka bo vekirina hinek rêkan derbaz bin bo Devera Xezze, yên kelûpelên bazirganîyê.
Yekemîn seredana Mitchell bo deverê bo danustandina digel hevalbendên Amerîka li ser ka çawa egerê tenê bi parêzin bo dirêj kirina wê rêkeftinê li nêvbera Îsraîl û Hamas.
Ew li ber nîne û çi plan nîne digel rêberê Hamas de bi axive, yê ku Devera Xezze birêve dibet.