Serokê Amerîka Barack Obama dibêjît dûr nîye dinav salekê da hejmarek berçav serbazêt Amerîka li Iraqê vegerîne welatî.
Dinav çavpêkeftinekê de tevî televizyona NBC, li programa Late Sunday berî ku yarîya qehremanîya salane ya futbola Amerîka ya ku bi Super Bowl hatîye naskirin destpêbiket, birêz Obama got hilbijartinêt aştîyane yêt roja şembîyê li Iraqê gelek berçav bûn û îşaretek bûn ku Iraqî amade ne ku serederîyê li pişkek pitir ya parastina welatê xwe bikin.
Birêz Obama got rêveberîya wî xwe amade diket bi awayek fermî planêt wî jibo serbazêt Amerîka li Iraq û Afganistanê eşkera bikin.
Wî dinav bizavêt hilbijartinan da soz dabû ku hejmara serbazên Amerîka li Iraqê kêm biket û hêzek zêdetir jî bihinêrîte Afganistanê.