Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê di encama kiryarek xwekujî de sê polîs hatin kuştin


Polîsê Pakistanê dibêjît di encama kiryarek xwekujîde bi otomobîlek bombekirî bo ser bingehek polîsê, alîyê kêm sê polîs hatine kuştin û 17 jî birîndar bûne.

Karbidest dibêjin îro duşembîyê zûew êrîşe li bakurê rojavaya Pakistanê nêzîk wilayeta Weziristana eşîretîya ser tixubê Afganistanê çêbûye.

Bi alîyekî dî ve diplomatê Amerîkayê kevneserbaz Richard Holbrooke îro duşembîyê berev Pakistanê dikevîte rêve ku yekem seredana xwe bo wê herêmê weku nûnerê taybetîyê Amerîka yê nû bo wê derê.

Li Almanya roja yekşembîyê birêz Holbrooke gote rêberêt cîhanê û şarezayên parastinê ku rewşa Afganistanê yek ji zehmetîyên herî mezine ku ew heta niha tevde birû dibît.

Wî got heta niha bersîng girtinaseqamgirî bo Afganistanê dê gelek zehmettir bit ji encam dana heman karan li Iraqê.




XS
SM
MD
LG