Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernivîs – Cîhan nîgerane biramber hildana setelayta Îranî


Îranê ragehand wê yêkemîn setelayta dinvxoy welatî de berhem anî hildaye walahiya asmanî. Dezgehên dengûbasên fermiyên rêjîmê gotin hildana wê setelaytê wek pişkek ji rê û resmên cêjingêrana 30-hemîn salvegera Şoreşa Îslamiya Îranê birêve çû.

Ev dengûbase bi nîgeranî ve ji aliyê civaka navneteweyî ve hatine wergirtin. Peyvdrê wezareta derve ya Feranse, Eric Chevallier, got ku ew tekonlojiye gelek wek şiyanên çêkirina mûşekên balistîke. Lê em nikarîn vê çendê girê bideyn bi nîgeraniyên gelek rijd yên warê pêşde birina şiyana navokî ya leşkerî ve. Wezîrê derveyê Alman, Frank-Walter Steinmeier jî hildana wê setelytê wek berhem anînek cihê nîgeraniyê û îşaretek têkdanê binav kir.

Peyvdarê pêntagona Welatên Yêkgirtiyên Amerika, Geoff Morrell got nîgeranî li dor hildana meşînek asmanê ya teknolojiyayek têde hatiye bikar anîn ku dikarit bo çêkirina mûşekên dûr hawêj(dirêj mewda) mifa jê bêt wergirtin, tinê ji aliyê Amerîka û Ewropa ve nine. Wî got Îsrael, welatên Ereb û Russiya jî li dor niyazên Îranê nîgeranin.

Peyvdarê Seraya Sipî Robert Gibbs got hildana wê amîra asmanî Amerîka pişt rast nakit ku Îran bi awayek berpirsyar kar dikit li pêxemet pêşde birina seqamgîrî yan tenahiyê li wê herêmê.

Robert Gibbs dibêje, “ev çende nîşan didet ku rêveberiya me dê berdewam bit li bikar anîna hemî awayên hêza me ya nîştimanî jibo serederî kirina li gel Îranê û bi merema alîkarî kirina hindê ew bibe endamek berpiryar ya civaka navneteweyî.”

Piştî civîna xwe li Waşingtonê li gel wezîrê derve yê Alman Steimeir û wezîrê derveyê Berîtanya David Miliband, wezîra derveya Amerîka Hillary Clinton got Amerîka û hevalbendên wê pêdiviye pêkve kar biken da ku pişt rast biken ku Îran erkên xwe yên navneteweyî bi temamî cî bi cî diket. Wezîra derve Clinton got

Îranê derfetek heye ku pêngavê berev pêş raket û bibe endamek avaker yê civaka navneteweyî. Wê herweha got, mîna serok Obama daye zanîn em destê xwe dirêj dikeyn, lê belê ew mista Îranê diviya vebit.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG