Karbidestên hilbijartina Venezuela dibêjin serok Hugo Chavez li ser hilgirtina sinordarbûna gerêt serokatîyê dinav referandûmê da biserkeftîye ya ku dê rêkê bidete wi, hindi ew dinav hilbijartinan da biser bikevît her di desthilatê da bimînît.
Karbidest dibêjin li demekê de ku piranîya dengan hatine jimartin 54% Venezuelayîyan piştgirîya pêşnîyaza serokî kirine di demekê de ku derencam roja yekşembîyê hatine ragihandin, xelkê alîgirên Chavez bi hejandina alayêt welatî li derveyî koşka serokatîyê li Caracas kom bûn, cihê rêberê Venezuela xêrhatina alîgirên xwe kir bi xwendina siruda niştimanî û serokî got rastî û mezinahîyê serkeftin bi dest anî.
Serok Chavez berî hingîyê gotibû ku çarenivîsa siyasî ya wî hatîye darêtin û paşeroja welatî jî di grevê da ye.