Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama biryarnama bo dinedana aborîyê wek qanun mor kir


Serokê Amerîka Barack Obama roja sêşembîyê qanuna dinedana aborîya 787 milyar dolarî îmza kir lê belê bazarêt sehm û senedan liber tirsa hindê ku dûr nîye ew plane bes nebît dabezîn bixwe ve dîtin.

Bazarêt diravî roja sêşembiyê hatine dayêxistin bi xalêt herî nizm, ji meha 11 pêva heta niha demê ku alozîya aborî hêjta taze destpêkiribû.

Birêz Obama ew biryar li Denver li wilayeta Colorado îmza kir lê belê huşdarî da ku ew vejandina aborîya demûdest li pey xwe naynît.

Wî ew qanune weku destpêka dawî hatina giriftêt aborî binav kir.

XS
SM
MD
LG