Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama plana alîkarî kirina deynêt avahîyan radigihînît


Dinav bizava xwe ya herî dawîyê da bo rizgar kirina aborîya Amerîka ya di zehmetîyê da, serok Barack Obama roja çarşembîyê plana 75 milyar dolaran jibo alîkarî kirina bi milyonan kesên ku li ber nedana deynan berev rûyê ji dest dana avahîyêt xwe bûyine ragihand.

Ew plan jibo hindê ye ku deynêt bi buhayek erzantir bidete xwedîyên avahîyan ku bikarin her mehê pişka hatîye dîyar kirin bidin.

Hikumet dê wan deynan berdest biket jibo rêkgirtin ji valabûna avahîyan li cihên ku buhayê xanîyan gelek nizim bûye.

Wezareta Bazirganîya Amerîka roja çarşembîyê ragihand meha çûyî hejmara xanîyêt nû yên di destê avakirinê da gehêşte astê herî nizm û karbidestên banqa navendî ya Amerîka û paşketa Federalî dibêjin îsal li ser yek aborîya welatî dê li navbera nîv hetanî 1.3% dabezit.


XS
SM
MD
LG