Karbidest li Sêûlê dibêjin Koreya Başûr û Îraqê rêkeftineka pertolê bi bayê 3.55 milyar Dollar mor kir.
Nivîsîngeha serokatiya Koreya Başûr di beyannamekê de ragehand ku ew rêkeftin ji layê serok Lee Myung-Bak û serokê Îraqî Celal Talebanî ve hat mor kirin.
Li çarçîva wê rêkeftinê, Koreya Başur alîkariya ava kirina jêrxana parêzgeha Besre dike hemberî wergirtina petrola Îraqê.
Bi layekê dîve, kompaniya ‘Incheon Airport Corporation’ rêkeftinek bi bayê 31 milyon Dollar digel hikûmeta Herêma Kurdistanê mor kir ji bo dabîn kirina sîstemên operasyonan li firokexanên herêma Kurdistanê.
Serokê Îraqî û şandeka pêk hatî ji 40 karbidestên Îraqî, ji wan serok wezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bo demê çar rojan seredana Koreya Başûr diken.