Tête çaverê tê kirin ku Îran îro çarşembîyê bo cara yekê bingehê hêza navokîya welatî biceribînit.
Îranê bi alîkarîya Rusya bingehê bo şehrê yê 1000 megawattî ava kiriye.
Serokê hêzûtêhna navokîya Rusya Sergei Kiriyenko tête çaverê kirin pişikdarî di ceribandina wî demûdezgehî bit.
Karbidest dibêjin operasyona îro çarşembîyê dê sutemenîya navokî bigrîte xwe herçend Rusya dibêjît wê pêşwext sutemenîya pêdivî bo kar kirina wê reaktora navokî veguhastîye.
Bikarêxistina wî bingehî berdwam hatîye paşde êxistin herçende Kiriyenko vê mehê zû got ew çaverê diket berî domahî hatina salê ew bingeh bikevîte kar.
Welatên rojavayî Îranê tometbar dikin bi hindê ku dixwazît çekêt navokî çêket, lê belê Tehranê pêda digrît programa wê ya navokî aştîyane ye û jibo meremêt sivîl e.