Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şarezayên Rusî û Îranî dest bi ceribandina dezgeha navokîya Buşehrê kirîne


Wan dest kirîye bi ceribandinê piştî ku ev projeya kevin bo 14 salan berdewam hatîye paşde xistin.

Karbidestan ji herdu welatan roja çarşembîyê gotin ew çaverê dikin yekem bingehê navokîya Îranê heta dawîya salê dest bike bi berhem anîna elektrîkê.

Bingehê Buşehrê hatîye diyar kirin ku bi rêka uranyuma zax kirî ya ji Rusya tête kirîn kar biket heta sutemenîya linav welatî bête çêkirin.

Welatên rojavayî ditirsin Îran dur nîye proseya zax kirina uranyumê bikar bînît jibo çêkirina çekêt navokî.

Wezareta Derveya Amerîka dibêjît kirrîna sutemenîya Rusî ji alîyê Îranê ve karek baş e û nîşan didet Îranê pêdivî bi şiyana zax kirina uranyumê nîne.



XS
SM
MD
LG