Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Iraqê digel serokê Îranê kom bû


Serokê Iraqê Celal Talabanî li roja yekê ya seredana xwe ya sê rojan bo Îranê digel serokkomarê Îranê Mahmud Ahmedînejad kom bû.

Paş seredana xwe ya bo Koreya Başur di nav du salan de di seredana duwê de bo paytextê Îranê rêzdar Talabanî danustandin kirin li ser bipêşvexistina têklatîyên siyasî û bazirganîyê linavbera herdu welatan. Ahmedînejad li meha Adara sala par di seredana xwe da bo Iraqê gotibû bi rêya pêşvexistina têklatîya bi Iraqê re, herdu welat dikarin di gelek waran de hevalbendîyê bikin.

Ahmedînejad dibêje li warên pîşesazî, teknolojî, danûstandina elektrîkê, xwendin û veguhastina çandî ew dikarin hevalbendîyek baştir birêve bibin û herwisa wî kêfxweşîya xwe anî zimên li hemberî bipêşvexistina têklatîyan.

Peyivdarê hikumeta Iraqê Elî Debbax dibêje welatê wî jibo Îranê şirîkekî bazirganîyê yê baş e. Wî got aborîya Iraqê li ser bingehê bazara serbest û azad û bi pêşbirkê hatîye danan û jiber vê yekê jî kîjan welat an jî şirket bixwaze li wê derê kar bike serbest e ku kar bike. Rêzdar Debbax got gelek kelûpelên Îranê hene ku Iraq pêdivî pê heye û kare bazirganîya wê bike lê belê lazime welatê wî hay jê hebe ku ev kelûpel bazara wê dagir neke.

Karbidestên pillebilindên wek wezîrê derve, yê bazirganîyê û yê elektrîkê herwisa digel serok Talabanî de di seredanê de beşdar dibin. Rêzdar Talabanî dê herwisa digel rêberê oldarê Îranê Ayetullah Xamaney û serokê Konseya Bilinda Îranê Alî Ekber Haşimî Rafsancanî jî kom bibe.


XS
SM
MD
LG