Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama fermandara Kansas bo posta wezîra saxlemî û xizmetên mirovayetî dest nîşan dike


Serokê Amerîkî fermandara wîlayeta Kansas, Kathleen Sebelius, dest nîşan kir bo posta wezîra saxlemî û xizmetên mirovayetî.

Raportên nûçeyan li ser zimanê karbidestên rêveberiya serok Obama radigehînin ku Sebelius razî bûna xwe bo wergirtina wê postê ragehand û serok Obama roja duşembî bi fermî dest nîşan kirina wê radigehînit.

Li budceya pêşniyar kirî bo sala 2010, serok Obama 634 milyar dollar dabîn kirye ji bo berfireh kirina sistema saxbêrî.

Berbijariya Sebelius divêt ji layê Senatê vê bêt pejirandin.

Nizîkî 65,000 karmend bo wezareta saxlemî û xizmetên mirovayetî kar diken û budca wê wezaretê 700 milyar dollare.

XS
SM
MD
LG