Serokwezîrê Brîtanya Gordon Brown îro çarşembîyê dê li Kongresa Amerîka gotarekê pêşkêş biket, cihê tête çaverê kirin daxwazê li qanundarêjan biket, qedexe kirinê li ser piştevanî kirina berhemêt navxweyî dabinin.
Serokê Amerîka Barack Obama û serokwezîrê Brîtanya Gordon Brown dibêjin ew kar dikin bo bizavek hevkarîya navnetewî li dor dinedana aborî, berî kombûna grupa 20 li meha bihêt ku li Londonê birêve diçit.
Herdu rêberan roja sêşembîye li Washingtonê dîdar hebûn, birêz Brown got wan behsê pêwîstîya reformên di qanûne sistemê diravî de kirine.
Birêz Obama huşdarî da li hember siyasetên piştevanî kirin li berhemêt navxweyî û got proseya reformê ne dikarît hêsan bît û ne ji dikarit bilez bit. Birêz Brown daxwaza serederîyek nû ya cîhanî kirîye bo vejandina aborîya cîhanê, daxwazê ji hemu cîhanê diket ku razî bin li ser hindê hinek diravî bikine nav aborîyên xwe û pêkve kar bikin li ser bûyerêt banqên navnetewî û hewisa li ser reformêt banqên navnetewîû dem û dezgehên diravî.