Hikumeta Sudanê fermana derêkirina 10 ajansêt alîkarîyên biyanî daye, piştî ku dadgeha gunehbarîyêt navnetewî, hukmê girtina serok Omer El Beşîr derkir.
Peyivdara Neteweyên Yekgirtî Mitchel Montas dibêjît karbidestên Sudanê muhleta kar kirina şeş hetanî 10 grupan li wî welatî bettal kirîne û ferman dane wan lîstên berahîya xwe bo dest bi ser da girtinê eşkera bikin û demûdest Sudana bakur bicîh da bihêlin.
Cîgirê serokê Sudanê Elî Osman Taha got ew grupe hatine derêxistin li ber ku qanunêt Sudanê jêr pê dikin, lê wî çi zanyarîyên hurtir li ser wê çendê nedan.
Berî niha dadvanên Dadgeha Gunehbarîyan ya Navnetewî (ICC), hukmê girtina birêz Beşîr eşkera kirin li ber encam dana gunehkarîyên şerrî û gunehkarîyên li dijî mirovatîyê li Herêma Darfura Rojava.