Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firyad Rewanduzî li ser aştîvebûna niştimanîya li Iraqê axift


Firyad Rewanduzî peyivdarê Hevpeymanîya Kurdistanê ye dinav Parlamana Iraqê de û di hevpeyvînekê de digel hevkar Belên Salih jibo Pişka Kurdîya Dengê Amerîka axift.

Rêzdar Rewanduzî dibêjît serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî yek alîyane kar diket sebaret aştvebûna niştimanîya wî welatî û vezivirandineva karbidestên rejîma berê bo nav proseya siyasîya Iraqê.

Firyad Rewanduzî herwisa behsa tesîra vegerîna endamên berê yên Baasî bo nav siyaseta Iraqê
li ser têklatî û qeyrana li navbera hikumeta navendî û Herêma Kurdistanê kir.

Herwisa di hevpeyvînê de behsa kêm kirina butceyê bi qasî pênc trilyon dinarên Iraqê tê kirin ku çi ziyan kirîye li ser proseya aştîvebûna niştimanî û asayîşê.

Heke hûn bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin ji kerema xwe re îro li ser rûpela me ya Audiyoyên Kurdî guh bidine bernama 12ê nîvê şevê li nav Nûçeyên Rojane.


XS
SM
MD
LG