Serokê berê yê Îranê Mehemed Xatemî vekêşana berbijariya xwe li helbijartinên serokatiya meha şeş ragehand.
Xatemî got di helbijartina de ew piştevaniya serok wezîrê berê Mîr Hesen Mûsewî dike.
Di hevpeyvînekê de digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Mecîd Heqî ji Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê base xwe vekêşana Xatemî û helbijartinên Îranê dike.
Birêz Heqî dibêje ji ber ku Kurd mafê xwe berbijar kirinê nîne, gelê Kurd bi awayekê kêm beşdarî di helbijartina de dike. Fayla Dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.