Iraq şeşemîn salvegera dagirkirina Iraqê bi rêberîya Amerîka bo ladana Seddam Huseyn li duhî înê da nîşan kirin digel hinek pirsyarên wek gelo ka başkiririna parastina vê dawîyê dê wiha nemîne demê serbazên Amerîkî ji Iraqê derkevin yan na.
Piştevanên oldarê Şî'ayê Muqtada El Sadr xwenîşandan kirin dijî berdewam bûna mana serbazên Amerîkî li duhî înê li bajarê Sadr li Bexda. Xwenîşander ala Amerîkî şewitandin
Wezîrê Derveyê Iraqê Hoşyar Zebarî gote Pişka Kurdîya Dengê Amerîka herwiha parastin zêde bûye li Iraqê, hêjta girift hene ku gefeya tenahîya welatî dike belê ew hêvîdar e ku plana derkeftina serbazên Amerîkî ji Iraqê çî egerê neke ser parastina Amerîka û herwiha tundûtûjî li sala buhurî li Iraqê kêm bûye.