Serokê Amerîka Barack Obama li dû piştevanîyê digere sebaret stratejîya xweya nû bo Afganistanê li kombûna NATO bo bîranîna 60. salvegera damezirandina hevalbenda.
Danustandin îro dê destpêbike û heta sibehî şembîyê berdewam be li cihekî li sînorê Frensî û Almanya.
Li deme konferansekê de duhî pêncşemê digel peyamhinêran Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton da xuya kirin ku ew dê pêdivî sînordar nebe bo hêrîşa serbaza, hîn û fêr kirina leşkerî de digel hêzên çekdarê Afganî û polîsa kar bikin.
Rêberên Ewropî rohn û eşkere kirin bo roleke xweyî ne leşkerî, wekû hîn û fêr kirina polîsa, amade kirina welatî bo hilbijartinên serokatîyê.