Kombûna bilinda NATO destpêkir bo bîranîna şêstemîn salvegera Hevalbendîyê.
Serok Obama digel şîretvana Almanya Angela Merkel û rêberên dinên NATO dê xêrhatinê li serokê Fransa Nikolas Sarkozy biket.
Sarkozy çaverê tête kirin danustandinên rojê dê puteyê bike ser stratejîyên nûh bo muamelê digel El Qaîde li Afganistan û Pakistanê, herwiha bo dest nîşan kirina rêberekî nûh, sekreterê giştîye nûh bo NATOyê.
Li demê gotarê li duhî înê serok Obama daxwaza cîhaneka bê çekên navokî kir û herwiha bizavên nûh dijî terorîzmê.
Rêberên bilindên Ewropî soz dayine bo harîkarîya bêhtira serbazan û hîn û fêr kirinê li Afganistanê digel bizavên diplomatîk yên bihêz.