Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya bêkarîyê li Amerîka meha yek gehêştîye 8.5%


Li gorî raporta Wezareta Kara Amerîka kardaran li meha yek ya buhorî da pir derfetên kar kirinê kêm kirîne û bi vî awayî rêjeya bêkarîya welatî gihandîne 8.5% ku dinav çaryeke sedekê de ew astê herî bilindê bêkarîyê ye li Amerîka.

Serray ji destçûna wê hejmara karan hinek sermayedar dest dikin bi dîtina delîvêt rohn bo aborîya Amerîka.

Dinav raportekê de li Dengê Amerîka tê gotin ku hejmara bêkarîyê li meha sê çi nîşanên başbûna aborîyê ve xuyan nîne.

Kate Hall li buroya hejmarên karî roja eynî dinav ragihandina nûçeyên nexweş de got ji demê dakeftina aborîyê li meha 12 ya sala buhurî û meha heft destpêkirî heta niha kesên bêkar niha li Amerîka gehêştine 5.1 milyon kesan.

Lê li heman demê de sermayeguzar li Amerîka nîşan didin ku pêşveçûnêt erênî, dinav da daxwazên bilindtir ji raddeya dihate çaverê kirin bo berhem û kelûpelan hene û herwisa pesend kirina butceya serokî ya 3.5 trîlyon dolarî weku pêşkeftin dibîne helbette digel pêgirbûna vê heftîya rêberên grupa 20 ku kêşeya diravîya cîhanê jî çareser bikin.

Hejîyî gotinê ye ku mezintirîn hejmara derfetên karkirinê yên ji destçûyî di kerta berhem anînê bûn ku piştî hingî jî pîşesazîya avakirina xanîberan bazara kirîn û firotinê jî girte ber xwe.






XS
SM
MD
LG