Cerdevanên Somalî carek din hêrîş kirin ser gemîyek din ya Amerîka li ber qerexê Afrîka lê belê vê carê bi sernekeftin.
Keştîya bi navê Liberty Son ya ku êrîş lê hat kirin da ku bê revandin niha bi nobetdarîyek leşkerî berev Mombasa, Kenya ve diçe.
Ev hêrîşa dawîn hate kirin sê roj paş xelas kirina kapîtanê keştîya barî ya Amerîkî ku ji alî cerdevanên Somalî ve wek rehîn hatibû girtin. Sê ji wan cerdevanan di dema kiryara xelas kirinê de hatibûn kuştin û yê çarê jî hatibû girtin.
Hin ji cerdevanan sond xwariye ku ew dê tola xwe hildin.