Yunan û Qubris dibêjin ew dê piştgirîya endambûnêdi Yekîtîya Ewropa da bo Turkîyê bikin, eger ew şert û mercêt Yekîtîya Ewropa cîbicî biket û Qubrisek yekgirtî bipejirînet.
Serokwezîrê Yunana Kostas Karamanlis dinav seredana xwe de roja çarşembîyê li Qubrisê got Turkîyeyek ku qanun û rêveçûnêt reftara Ewropa qebul biket dê gelek baştir bît bo xelkê Turkîyê û jibo seranserî Yekîtîya Ewropa jî.
Serokê Qubrisê Demetris Christofias da zanîn ku Turkîye çi caran rêk pê nate dan ku biçite nav Yekîtîya Ewropa, heta demê serbazên wê li ser xaka Qubrisê mabin.
Herwisa wî daxwaz ji Turkîyê kir ku bender û balafirgehêt xwe li ser balafir û gemîyên Qubrisa Yunanê veket.