Polîsê Iraqê didete zanîn ku du xwekujên jin roja eynî li bingehek olî yê Misilmanên Şî'a ya herî girîng li Bexdayê êrîşek pêk anîn û di encamê de alîyê kêm 60 kes hatine kuştin û wek ku duemîn roja xwînavî ya li Iraqê ye.
Alîye kêm 125 kes jî birîndar bûn demê wan du êrîşberan li dergehê mezargeha Îmam Musa Kazim xwe teqandin li demekê ku tijî bû bi zîyaretvanan.
Gelek ji wan kesên hatine kuştin yan birîndar bûne, ziyaretvan û oldarêt îranî ne.
Teqînên din yên xwekujîyê rojek berî vê li Bexdayê û li Diyala pitirî 80 kuştî li pey xwe hêlabûn.