Karbidestên Kurd dibêjin hêzên Îranê êrîş kirine ser bingehên serhildayên Kurd li devereka tixubî ya bakûrê Îraqê.
Karbidestên parastina tixubî dibêjin leşkerê Îranî ew dever bombebaran kir û paşî helîkopterên Îranî bo cara yekê êrîş kirine ser armancên serhildayan demê dest jimara qurbanîyan nehatiye ragihandin.
Armanca wan êrîşa grupeka cudaxwaza Kurdên Îranê bû, bi navê Partîya Jîyana Azad a Kurdistanê an PJAK.
Eve bo demeke dirêj e Îran gazinda dike beramberî çalakîyên PJAKê yên ser tixubê navbêra Iraqê û Îranê.
PJAK têkelî bi Partîya Karkerên Kurdistanê heye, eve bo demê nêzîkî 25 salan e PKK şerrê bo otonomîya Kurdî li başurê rojhilata Tirkîye dike. Bi kêmî ve 37 hezar kes li şer û lêkdanên nêvbera PKKê û artêşa Tirkîyê hatîne kuştin.
Li heftîya buhorî şerr û lêkdanên tund nêvbera şerkerên PJAKê û polîsên Îranê çêbûn û 26 kes hatin kuştin ku 18 ji wan polîsên Îranî bûn.
Guhdarên hêja li ser vê babetê peyamhinêrê Dengê Amerîka Edward Yeranian ji Qahîre raportek hinartîye. Heku bixwazin guh bidine vê raportê ji kerema xwe re li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî li nav Nûçeyên Rojane guh bidine bernama 1ê nîvêşevê.